Şer berfireh dibe: 'Pêla mezin hîn nehatiye'
Li Rojhilata Navîn şer di roja çaremîn de li cografyayeke hîn berfireh belav bû. Li hedefên DYE'yê yên li Kendavê hate xistin. Êrişên li hemberî hev ên Îran û Îsraîlê dewam dikin.
Li Rojhilata Navîn şer di roja çaremîn de li cografyayeke hîn berfireh belav bû. Li hedefên DYE'yê yên li Kendavê hate xistin. Êrişên li hemberî hev ên Îran û Îsraîlê dewam dikin.
Êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê dewam dikin. Îran jî êrişên xwe yên bi fuze û balafirên bê mirov ên li ser hedefên Îsraîl û Emerîkayê û welatên kendavê zêde kir. Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Riyadê bûhedef. Washingtonê jî ragihand ku wan navendên fermandariyê yên Muxafizên Şoreşê yên Îranê îmha kirine.
HEDEFÊN DYE'YÊ YÊN LI KENDAVÊ HATIN BOMBEKIRIN
Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku li hemberî baregeha hewayî ya Emerîkî ya li herêma Şêx Îsa ya li Bahreynê êrişeke "berfireh" pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi 20 balafirên bêmirov û 3 fuzeyan li hedefê hatiye xistin û navenda fermandariyê ya bingehîn hatiye îmhakirin.
Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Riyadê jî nîvê şevê bû hedefa êrişa bi balafirên bêmirov. Rayedarên parastinê yên Siûdî diyar kirin ku piraniya balafirên bêmirov hatin xistin, lê belê du balafirên bêmirov li avahiya sefaretxaneyê ketin û agir bi avahiyê xistin. Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê bi rengekî demkî hate girtin.
Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Kûweytê "heta ragihandineke din" hate girtin.
Washingtonê her wiha biryar da ku personelên xwe yên dîplomatîk ên "ne mecbûrî" ji Iraq, Urdun û Bahreynê veguhezîne.
Îranê her wiha diyar kir ku li Tengava Hurmuzê tankereke petrolê ya ku îdîa kir ku pêwendiya xwe bi DYE'yê re heye hatiye bombekirin. Generalekî Îranî gef xwar ku keştiyên hewl bidin ji tengavê derbas bibin dikarin bibin hedef.
DYE: NAVENDÊN FERMANDARIYÊ YÊN MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ HATIN ÎMHAKIRIN
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku navendên fermandariyê yên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, sîstemên parastina hewayî, navendên fuze û balafirên bêmirov û balafirgehên leşkerî hatin îmhakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gavên bi biryar ên li dijî gefên ji ber rejîmê wê dewam bikin."
ARTÊŞA DYE'YÊ: 6 LEŞKER MIRIN
Artêşa DYE'yê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve 6 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî îdîa kirin bi balafirên bêmirov li baregehên DYE'yê yên li Dûbaiyê hatiye xistin û herî kêm 40 leşkerên DYE'yê hatin kuştin.
ENIYA LUBNANÊ: BI HEVDEMÎ LI BEYRÛD Û TEHRANÊ HATE XISTIN
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku bi hevdemî êrişên hewayî birine ser Tehran û Beyrûdê. Hate ragihandin ku di nava rojê de li 70 hedefên li Lubnanê û navenda televîzyona El Manar a Hîzbûllahê ya li başûrê Beyrûdê hatiye xistin.
Hîzbûllahê jî ragihand ku sibeha Sêşemê li sê baregehên leşkerî yên li Îsraîlê xistiye. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di balafirên bêmirov hatin xistin.
Di bombardûmana li Lubnanê de heta niha herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, 154 kes jî birîndar bûn. Îsraîlê îdîa kir ku şefê îstîxbaratê yê Hîzbûllahê û berpirsyarê Cîhada Îslamî ya li Lubnanê hatin kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu anî ziman ku şer wê bi salan dewam neke û operasyoneke bi lez û bi biryar dimeşînin.
TRUMP: SÊ RÊYÊN GELEKÎ BAŞ HENE KU ÎRANÊ BI RÊ VE BIBE
Serokê DYE'yê Donald Trump ji New York Timesê re axivî û got, eger pêwîst bike wê leşkerên Emerîkî bişîne Îranê.
Trump her wiha anî ziman ku ew texmîn dike êrişên li Îranê çar an jî pênc hefteyan dewam bike û ragihand ku "sê rêyên gelekî baş" ên ku Îranê paşerojê bi rê ve bibin hene, lê belê nav neda.
'PÊLA MEZIN NEHAT'
Her wiha ji nûçegihanê CNN'ê re jî got, "pêla mezin" a êrişên Emerîkayê hîn nehatiye. Trump got, "Me hîn derbeke hişk li wan nexistiye. Pêla mezin hîn nehatiye. Pêla mezin di demeke nêz de tê."
Artêşa DYE'yê ragihand ku di 48 saetên destpêkê yên şer de li 1.250 hedefan xistine.